Heya niha leşkerên Sûriyê derbasî Efrînê nebûye lê hêzên bi ser artêşa Sûriyê yên sîvîl ên bi navê Yekîneyên Gel derbasî Efrînê bûn.
Yekîneyên Gel yên ser bi ser artêşa Sûriyê, gelo wê bi YPGê re li dijî artêşa Tirkiyê şer bikin an wê bi Tirkiyê re têkilî bên danîn da derbasî parastina sînorên xwe bibin,ne aşkera ye.
Li gor ragihandina YPGê; dibêje wê Yekîneyên Gel bi YPGê re Efrînê biparêze. Li aliyek dinê jî dibêje wê sînorên xwe yên bi Tirkiyê re biparêze. Weka ku tê fêmkirin mijar hêj ne zelal e. Amerîka heya niha dengê xwe nekiriye lê di mijara ewlehiya leşkerên xwe yên li Sûriyê de bi endîşe ye.
Eger şer bibe şerê navbera Sûriye û Tirkiyê, wê Amerîka an NATO çi bike ne diyare. Bes wezîrê karê derve yê Rûsyayê Lavrov ragihand ku divê di navbera Tirkiye û Sûriyê de diyalog bê danîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin