PeyamaKurd- Yekîtiya Awrûpayê û Japonya bo peymana bazirganiyê ya herî mezin di navbera xwe de îmze bikin, îro li Tokyo hatin cem hev.
Peymana bazirganiyê li ser nûfûseka bi 650 mîlyonî bandorê dike. Peyman wê sehayeka mezin bo vê jimareyê biafirîne û di nava bazirganiya dinyayê de 1/3 cîh digre. Navê peymanê Peymana Bazirganî û Hevkariya Aborî ya Japonya-Yekîtiya Awrûpayê ye.
Di nava peymanê de gelek berhem hene û bacên gumrikê bi temamî ji navbera wan radibe û di bazirganiyê de hêsaniyeka zêde dê çêbibe. Di peymanê de rêziknameyekî jî heye. Berdevkê komîsyona Awrûpayê Margaritis Schinas peymanê bi “ya herî mezin” navand.
Wê bi peymanê re markayên weka Suzuki, Honda û endustriya otomotîv ya Japonyayê bikeve bazara Awrûpayê. Wê Awrûpa baca keştûkaliyê jî rake.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin