PeyamaKurd – Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Erebî Husam Zakî, rêveberiya Enqerê ji ber destwerdana Tirkiyê welatên erebî yên Libya, Iraq û Sûriyê rexne kir. Zakî, anî ziman ku ew naxwazin senaryoya Sûriyê li Libyayê jî were dubarekirin.
Husam Zakî got, "Em dibînin ku Enqerê destwerdanên xwe yên li Libya, Sûriye û Iraqê zêde kirine. Ev destwerdan cihê fikaran e ku dijî prensîbên cîrantiyê ye.”
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Erebî li ser mijara Libyayê diyar kir, "Yekîtiye Erebî piştgiriyê dide înîsiyatîfa Qahîrê ya pêkanîna agirbestê û derbasbûna proseya siyasî û dixwaze Hikûmeta Lihevkirina Netewî (Wîfaq) ya serokwezîrtiya wê Fayiz es-Serrac dike vê yekê qebûl bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin