PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê li ser sewqiyata leşkerî ya ser sînorên Kosovayê ragihand ku karekî metirsîdar e û banga rawestandina sewqiyata leşkerî li sînoran kir.
Berdekê Komîsyona YE Peter Stano, di civîna rojnamevanî de bersiva derbarê pirsa sewqiyata leşkerî ya Sirbistanê de da û got, niha ya herî girîng kêmkirina rageşiyê ye û dabînkirina îstiqrarê ye.
Stano ragihand ku YE û Amerîka bi aliyan re di nav danûstandina nêzîk de ye û banga demildest rawestandina sewqiyata leşkerî kir.
Sirbistanê îro 2yê Cotmehê ragihandiye ku wan sewqiyata ser sînorên Kosovayê kêm kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin