YEyê bang li Tirkiyê kir ku dawî li operasyonên xwe bîne

YEyê bang li Tirkiyê kir ku dawî li operasyonên xwe bîne

PeyamaKurd - 28 Welatên Yekêtîya Ewrûpayê (YE) bi daxuyaniyeke hevbeş operasyonên Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê şermezar kirin.

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE)  Con Klod Yoniker bang li Tirkiyê kir ku dawî li operasyona serbazî bîne.

Herwiha Yoniker aşkere kir ku divê Tirkiye sînorên xwe biparêze lê nabe dest bi operasyonê şer bi dawî bibe û Enqere pêdaçûnê di gavên xwe da bike.

‘EGER OPERASYONE NEYÊN RAWESTANDIN WÊ BO PENABERAN TI ALÎKARIYA MADÎ BO TIRKIYÊ NEYÊ ŞANDIN’

Di berdewamiya axaftina xwe jî da Yoniker daye zanîn ku heger Tirkiye wê operasyonê ranewestîne wê bo penaberan ti alîkariya maddî bo Tirkiyê neşînîn.

Li aliyê din Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî bang li Tirkiyê kir ku dawî li wê operasyonê bîn

‘WEZÎRAN WELATÊN YEyê BANG LI TIRKIYÊ KIR KU DAWÎ LI OPERASYONÊ BÎNIN’

Li aliyê din Wezîrên Derve yê Almanya û Belçîkayê  û Denîmarkayê jî bang li Tirkiyê kirin ku dawî li wê operasyonê bîne û ew wê operasyonê şermezar dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin