PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê (YE), ji ber rola wan a di binpêkirina mafên mirovan de, cezayên nû yên li ser 19 rayedar û karsazên Îranî pejirand.
Yekîtiya Ewropayê pakêteke nû ya dorpêçan li dijî Îranê pesend kir. Nûnera Bilind a Karên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê ya YEyê Kaja Kallas, ragihand ku biryar hatiye dayîn ku ji ber binpêkirinên mafên mirovan, li ser 19 rayedar û saziyên Îranî dorpêç bên sepandin.
Kallas li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got: "YE, ji bo Îranê neçarî hesabdayînê bike zextên xwe didomîne. Îro, balyozên welatên endamên YEyê, ji ber binpêkirinên giran ên mafên mirovan, dorpêçên nû yên li ser 19 rayedar û saziyên rejîmê pejirandin. Di dema ku şerê Îranê berdewam dike de, YE dê parastina berjewendiyên xwe bidomîne û bikeve pey kesên berpirsiyar. Ev biryar, peyamê dide Tehranê ku Pêşeroja Îranê li ser zextê nayê avakirin."