PeyamaKurd - Li tê gotin di navbera endamên Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Wezîrê Karên Hundirîn ê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Enes Hesen Xetab de hevdîtinek pêk bibe.
Li gorî zanyariyên ji wan çavkaniyan hatine wergirtin, di civînê de dê mijara sereke dosya YPJê û mekanîzmaya entegrasyona vê hêzê di nav strukturên fermî yên dewletê de bê gotûbêjkirin.
Ev hevdîtin di çarçoveya gavên nû yên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê de wekî gaveke girîng tê nirxandin.