PeyamaKurd – Nûnerê İYİ partiyê yê di Dezgeya Bilind ya Hilbijartinan (YSK) de parêzer Mustafa Tolga Öztürk ragihand ku partiya DEVA û Sol Parti jî xistine nava lîsta partiyên dikarin bikevin hilbijartinan û jimara partiyan derketiye 19 an.
Öztürk di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand:
“Di 06. 06. 2021 ê de, wê li bajarokê Güney ya bi ser bajarê Afyonkarhisarê de hilbijartina şaredariyê bibe û YSK jimara partiyên ku karibin bikevin hilbijartinê derxistiye 19 partiyan. Di 26.01.2021 ê de YSK ragihandibû ku tenê 17 partî karibin bikevin hilbijartinan. Lê niha bûne 19 e ji ber DEVA û Sol Parti jî dikare bikeve hilbijartinan.”
Partiyên ku niha dikarin bikevin hilbijartinan tabloya wan li jêr e.

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin