Yûnanistan ji bo gefên Hûsiyan kete tevgerê: Kestiya ser disîne...

Yûnanistan ji bo gefên Hûsiyan kete tevgerê: Kestiya ser disîne...

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê Yûnanistan ji bo parastina derbasbûna keştiyên bazirganî di Deryaya Sor de ku rastî êrîşên Hûsiyên Yemenê de, keştiyeke şer dişîne.

Li gorî ragihandina Wezîrê Berevaniya Yûnanistanê nikos Dendias, Yûnanistan di çarçoveya hevpeymaniya bi pêşengiya Amerîkayê ji bo parastina bazirganiya di Derya Sor de hatiye avakirin, keştiyeke şer dişîne herêmê.

Dendias got ku ewê di çarçoveya hevpeymaniya hêza navdewletî ya pirnetewî de, keştiyekê bişînin û wê ew keştî beşdarî operasyona ‘Pasevanê Refahê’ li Deryaya Sor bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî zêdebûna êrîşên Hûsiyan li ser keştiyên bazirganî ku wekî hincet şerê Xezzeyê nîşan didin, bi pêşengiya Amerîkayê hevpeymanekee ji hêzên deh welatan pêk tê hatibû avakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin