PeyamaKurd - Serokatiya Parlamentoya Iraqê bi armanca çareserkirina krîza siyasî û vegerandina endamên Fraksiyona PDKê bo civînan, biryara avakirina komîteyeke taybet da.
Di vê çarçoveyê de biryar e ku îro Yekşemê şandeke bilind a ji serokên fraksiyonên parlamentoyê pêk tê, serdana Hewlêrê bike û ligel PDKê bicive.
Ev tevgera dîplomatîk ku piştî civîna 22ê Nîsanê dest pê kir, hewl dide derfeta hevfêmkirinê peyda bike û rê li ber vegera parlamenterên Kurd bo hola civînan veke.
Erkê sereke yê vê komîteya nû, gotûbêjkirina wan sedeman e ku bûne sedema boykotkirina civînan ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve.
Fraksiyona PDKê beriya niha bi daxuyaniyeke fermî ragihandibû ku ev boykot wek nerazîbûnekê li dijî "binpêkirinên destûrî û qanûnî" yên di nav parlamentoyê de tê meşandin e.
PDK tekez dike ku heta ev astengiyên yasayî neyên rakirin û daxwazên wan neyên qebûlkirin, biryara wan a boykotê dê heta demeke nediyar berdewam bike.