PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê ragihand ku ew beşdarî civîna îşev a parlamentoyê nabin û civîn wekî "neyasayî" pênase kir.
Parlamenterê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî got, sedema sereke ya boykotkirina civînê "neyasayîbûna" wê ye û li gorî rêziknameya navxweyî ya Parlamentoya Iraqê, divê "Desteya Serokatiyê" (ku ji serok û her du cîgirên wî pêk tê) li ser rojeva civînan li hev bikin.
Duberdanî diyar kir ku Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoyê Ferhad Etrûşî rizemendî li ser rojeva vê civînê nedaye; ji ber vê yekê civîn li dijî qanûn û rêziknameyan tê dîtin.
Parlamenterê PDKê derbarê helwesta xwe ya siyasî de jî got, ew nîgeran in ku li ser mijara pişka Herêma Kurdistanê û hinardekirina petrolê, biryarên neheq werin girtin.
Herwiha Duberdanî got: "Em vê şêwaza reftarê bi temamî red dikin. Divê Bexda daxuyaniya Serok Mesûd Barzanî ya ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê bike bingeha her biryarekê. Em li ser wê bingehê amade ne ligel Bexdayê gotûbêjan bikin."
Hêjayî gotinê ye, biryar e îşev Parlamentoya Iraqê li ser mijara hinardekirina petrolê civîneke taybet pêk bîne. Ji bo vê civînê, bang li Wezîrê Petrolê yê Iraqê û Wezîrê Samanên Siruştî yê Herêma Kurdistanê hatibû kirin ku amade bin.