Parlamentoya Iraqê di civîna îro de Serokomarê Iraqê hildibijêre

Parlamentoya Iraqê di civîna îro de Serokomarê Iraqê hildibijêre

PeyamaKurd – Bernameya karê civîna îro ya Parlamentoya Iraqê, ji aliyê Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê ve hat belavkirin û hat eşkerekirin, di civîna îro de Serokomarê Iraqê tê hilbijartin.

Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê di çarçoveya vê bernameyê de, wê îro 30yê Adara 2022yan, di saet 11:00an de encûmena nûneran bicive û serokomar hilbijêre.

Herwiha hat ragihandin, biryar e di civînê de lijneyên parlamentoyê jî bên diyarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin