Hewlêr | Rewsa 18 nexwxesên koronayê nebas e

Hewlêr | Rewsa 18 nexwxesên koronayê nebas e

PeyamaKurd - Tenduristiya Hewlêrê ragihand ku niha nêzîkî 650 pêketiyên koronayê li nexweşxaneyan hene û rewşa tenduristiya hejmarek ji wan xirab e.

Berdevkê Tenduristiya Hewlêrê, Dr. Bijar Mûsa ragihand, hejmara pêketiyên Koronayê li Hewlêrê zêde bûye û niha 645 pêketî li nexweşxaneyên taybet ên Koronayê di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Dr. Bijar Mûsa got, sedema zêdebûna wê hejmarê vedigere wê yekê, welatî wek pêwîst pabendî rênimayan nabin, ji ber wê divê welatî hevkar bin ji bo hejmara pêketiyan kêm bibe.

Dr. Bjiar Mûsa da zanîn, rewşa tenduristiya beşek ji pêketiyan nebaş e ku niha 18 nexweş di bin çavdêriya hurî de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin