Fîlîstîn bo cejnê xwepêsandanan qedexe kir

Fîlîstîn bo cejnê xwepêsandanan qedexe kir

PeyamaKurd- Rêvebiriya Fîlîstînê ragihand ku di cejna Remezanê de, wê îznê nedin xwepêşandanan. Talîmat ji aliyê cîgirê serokê Fîlîstîniyan, ji aliyê Îsmaîl Cebr ve hat dayîn. Cebr di fermana xwe de weha dibêje:

“Em li mafê xweîfadekirina hemwelatiyan û rêvebirina qanûnan re rêz digrin. Bi sedema şert û mercên niha, bo hêsankirina karên rojane yên hemwelatiyan û bo berya cejnê, jiyana mirovan normal bibe û jiyana xwe normal bimeşînin, wê îzna meş û xwepêşandanan neyê dayîn.”

Cîgirê Mehmûd Ebbas Îsmaîl Cebr ku berpirsê parêzgeha ye got ku wê piştî cejnê xebatên wan li gor qanûn û rêziknameyan bimeşe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin