PeyamaKurd - Fraksiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê daxwaza pêkanîna komîteyeke lêkolînê derbarê bûyerên 16ê Cotmeha 2017 ên li Kerkûk û deverên Kurdistanî yên din de dike.
Fraksiyona PDKê bi nivîseke fermî daxwaz ji serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kir, ku derbarê bûyerên 16ê Cotmeha 2017an de komîteyeke lêkolînê were pêkanîn, da ku bûyeran vekolîne.
Di nivîsa PDKê de hatiye gotin: “Li gorî birgeha B a madeya 47 a ji rêziknameya navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê, desthilat bi Desteya Serokatiya Parlamentoyê hatiye dan, ku di dema bêhnvedana xûlên girêdanê de, komîteyên lêkolînê pêk bihîne.”
Fraksiyona PDKê dibêje: “Bi piştgirêdana bi wê naverokê û ji ber wê karesata mezin ku di 16ê Cotmeh û rojên paşê de hatin serê Kurdistanê, ku bi sedema wan beşeke mezin ji xaka Kurdistanê hat jidestdan û xelkê wan sînoran jî rûbiruyê tawanên mezin bûn û aware bûn, em daxwaz ji we dikin ku biryara pêkanîna komîteyeke lêkolînê ta taybet bi bûyerên 16ê Cotmehê û rojên piştre bidin.”
Li gorî PDKê, wan pêştir hewl daye ku li gorî birgeha 1 a madeya 47, komîteyeke lêkolînê derbarê bûyerên 16ê Cotmehê de were pêkanîn, lê belê ew komîte nehatiye avakirin û niha jî pêkanîna wê komîteyê bûye xwasteka gelek hêz û alî û xelkê Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin