PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê karwaneke alîkarîyên tenduristiyê gihand Rojavayê Kurdistanê.
Rêxistina Tenduristîya Cîhanê li ser twitterê belav kiriye ku wan karwaneke nû ya alîkarîyan ku bîst tenên alîkarîyên pizîşkî li xwe digirt şandiye bajarê Qamişlo.
Li gor WHOyê ev dibe duyemîn karwan ku di du hefteyan de ji bo bajarê Qamişlo têne şandin.
Herwiha hatiye gotin ku ew alîkarî di çarçoveya rûbrûbûna vîrusa koronayê de hatine şandin û wê li navendên tendurîstîyê yên bakurê rojhlatê Sûriyê bên dabeşkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin