PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaharova, derbarê êrîşa hola konserê ya Moskowê de ku roja îna borî pêk hatibû de daxuyanî da û got, zehmet e ew pê bawer bibin ku êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatibe kirin.
Zaharova li ser êrîşa ku 140 kes hatibûn kuştin û berpirsiya wê DAIŞê li xwe girtibû, da xuyakirin ku pir zehmet e ew bawer bikin êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatibe kirin.
Zaharova diyar kir ku ew bawer nakin DAIŞê xwedî wê hêza ku êrîşeke wiha pêk bîne be.
Hêjayî gotinê, berpirsên Rûsyayê ji êrîşa Moskowê Amerîka, Brîntanya û Ukraynayê tohmetbar dikin û dibêjin, ger terorîst nehatibûna girtin dê bireviyana Ukraynayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin