PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsya Maria Zakharovayê ragihand ku Rûsya amade ye garantoriya rêkeftinên di navbera Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê û rejîma Sûriyê de bike.
Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova îro li Moskowê ji rojnemevanan re li ser mijarê diyar kir, ew ê danûstandinên di navbera wan (Kurd û Rejîm) de hêsan bikin û belkî misogeriya vê yekê jî bikin û got: "Eger herdu aliyan li hev kir, em ê peymanên navbera wan pêk bînin."
Li ser mijara tevlîbûna Hêzên Sûriya Demokratîk a nav artêşa Sûrî jî Zaharovayê anî ziman ku ev yek karê herdu aliyan e û divê bi awayekî rasterast vê meselê çareser bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin