PeyamaKurd - Qasidê Amerîkayê yê berê yê li Iraqê Zalmay Xelîlzad ragihand ku îran dixwaze hilbijartina Iraqê li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve bibe.
Xelîlzad ji rojnameya Wall Street Journalê ya Amerîkî re axivî û got ku Îran pir xurt dixebite û bi milîsên xwe dixwaze bandora xwe li ser hilbijartina Iraqê bike. Wekî ku Hîzbullaha Lubnanê bandora xwe li ser Hikûmeta Bêrûdê dike.
Xelîlzad ji bo Serokê Amerîkayê Trump çar pêşniyarî rêz kirin û wiha got: Divê piştgiriya partiyê li dijî Îranê bê kirin. Divê ji serdema Obama ders bêne girtin. Lewra divê leşkerên Amerîkayê ji Iraqê dernekevin. Piştî hilbijartinê lazim e Amerîka di karê avakirina hikûmeta nû de cih bikire û piştgiriyê bide hevkarên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin