Zambiya û Qatar bi miqdarê 19 milyar dolarî 11 peymanan îmza kirin

PeyamaKurd – Serokkomarê Zambiya Hakainde Hichilema ragihand ku Zambiya û Qatarê di navbera xwe de 11 zebtên lihevkirinê yên di seha enerjî, fînans, çandinî û di sektorên din de îmza kirine û ji bo bicîhanîna peymanan wê komîteyekî îdarî bê avakirin.
Miqdarê 11 zebtan yên navbera CAPE Zambiya û Qatarê 19 milyar dolar e. Serokkomarê Zambiya Hakainde Hichilema agahiya xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de belav kir û got ku piştî çend hevdîtinên ewilî, di seha 11 sektoran de zebtan bi Qatarê re îmza kirine.
Li gor medya Zambiyayê; Dezgeya Geşepêdana Sanayiyê ya Zambiya (IDC) û holdinga Qatarê ya veberhênanê di navbera xwe di sehayên enerjî, fînans, geşepêdana bajavaniyê, çandinî, madenkarî, telekumunikasyon, tenduristî, perwerde, geştiyarî û geşepêdana endustriyê de 11 zebtan îmza kirine.
Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.




