PeyamaKurd – Di pevçûnên do yên di navbera xwepêşanderên Filistînî û polîsên Israîlî de, zêdetirî 100 kes li mizgefta El-Eqsayê ya Qudsê birîndar bûn.
Li gor polîsê Îsraîlî diyar kiriye, berî danê sibê “bi dehan zilamên bi maske” meşiyane nav El-Eqsayê qêriyane û fîşekên hewayî avêtine û girseyeke mirovan jî kevir avêtine ber bi Dîwarê Rojavayî ve ku cihê herî pîroz e Cihû lê duayan dikin e.
Herwiha rayedarekî Heyva Sor a Filistînê daye zanîn, 117 kes rakirine nexweşxaneyan û bi dehan birîndarên din li cihê bûyerê hatine dermankirin. Polîsê Îsraîlî da zanîn, sê efser birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin