PeyamaKurd – Serokê ÛVolodymyr Zelenskî îro di hevpeyvîneke radyoyê îro gotiye, “Divê Ûkrayna her tiştî bike da ku şerê bi Rûsyayê re sala bê bi rêya dîplomasiyê bi dawî bibe.”
Zelenskî her wiha li xwe mikur hatiye ku rewşa eniya rojhilatê Ûkraynayê dijwar e û hêzên rûsî bi pêş ve diçin. Wî texmîn kiriye ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ne dilxwaz e ku bigihîje peymana aştiyê.
Di vê navberê de, serokê Ûkraynayê diyar kiriye ku qanûnên amerîkî nahêlin ku ew bi serokê nû hilbijartî yê Amerîkî Donald Trump re hevdîtinê bike berî ku ew di çileya 2025aan de sond bixwe û tekez kiriye ku ew bi xwe tercîh dike ku rasterast pê re biaxive ne ku bi riya nûner an şêwirmendekî.
Volodymîr Zelenskî destnîşan kiriye: “Ez tenê bi serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re, bi micidtir tevdigerim da ku ev şer di dema xwe de, bi rêya dîplomatîk bi dawî bibe.”
“Bi rêveberiya Trump re şer zûtir dê bi dawî bibe”
Berî niha serokê Ûkraynayê gotibû ku “Şerê Rûsyayê li dijî welatê wî dê di bin rêveberiya serokê nû hilbijartî yê Amerîka Donald Trump de zûtir dê bidawî bibe.”
Di berdewama hevpeyvîna xwe de gotiye, “Şer dê bi dawî bibe, lê tarîxeke rast tune. Helbet bi siyaseta vê komê ku dê serkêşiya Qesra Spî bike, şer dê zûtir bi dawî bibe.”
Zelensky destnîşan kiriye ku “aştiya adil” ji bo Ûkraynayê pir girîng e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin