Zelenskiy: 20 welat ji bo dronên Ukraynî ketine dorê

Zelenskiy: 20 welat ji bo dronên Ukraynî ketine dorê

PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku nêzî 20 welat ji bo kirîna balafirên bêpîlot (dron) ên Ukraynayê ketine dorê û bi welatê wî re peymanên girîng dane destpêkirin.

Zelenskiy li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku heta niha 4 peymanên fermî hatine îmzekirin û amadekariyên peymannameyên yekem jî berdewam dikin.

Hat zanîn ku Ukraynayê bi taybetî piştî destpêkirina şerê Îranê yê di 28ê Sibatê de, pêngavên xwe yên ji bo firotina dronan lezandine.

Zelenskiy herwiha destnîşan kir ku bi saya van peymanan wan dest bi dabînkirina sotemeniya pêwîst jî kiriye.