PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ragihand ku ji destpêka şerê navbera Rusya û Ukraynayê û heta niha, 21.000 leşkerên Wagnerê hatine kuştin.
Volodimir Zelenskiy ragihand ku kompaniya leşkerî ya taybet, rastî "xisarên mezin" hatiye û nemaze li rojhilatê Ukraynayê ku "koma wê ya herî bihêz e" şer hatiye kirin.
Zelenskiy, di dewama daxuyaniya xwe de got ku Leşkerên me tenê li rojhilatê Ukraynayê 21.000 Wagnerê kuştin. Ev wendahiyên mezin bûn ji bo Wagnerê û şervanên xwe wekî "personelên motîf ên artêşa Rusyayê" û bi piranî mehkûmên ku tiştek wenda nakin bi nav kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin