PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, ji Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron xwest ku werzîşvanên Rûsî, beşdarî Olîmpiyatên 2024an ên li Parîsê nebin.
Piştî ku Amerîka û Ewropayê ragihandin ku ew ê tanqan bişînin Ukraynayê, hêzên Rusyayê hejmareke zêde êrîşên moşekî li ser Ukraynayê pêk hanîn.
Volodimir Zelenskiy, li ser vê yekê destnîşan kir ku destûrdayîna werzîşvanên Rûsî ku beşdarî Olîmpiyatên 2024an ên li Parîsê bibin dê wekî peyamek "terorîstbûnî bi awayekî tê qebûlkirin" were hesibandin.
Her wiha hat diyarkirin ku Zelenskiy li ser mijarê ji Macron re gotiye ku beşdarbûna Moskowê ya Olîmpitadê dê rê li ber propagandayê veke.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin