Zelenskiy got ku dê bi Putin re hevdîtinê bike

Zelenskiy got ku dê bi Putin re hevdîtinê bike

PeyamaKurd – Serokê dewleta Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy ragihand ku ji bo dawîanîna li şerê bi Rûsya re, piştî bi DYA (Amerîka) û Yekîtiya Ewrûpa re planekî hevpar çêbikin û plan temam bibe, wê bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtin bike.

Zelenskiy ragihandina xwe di panelekî konferansa ewlehiyê ya li Munih a Almanya de kir. Zelenskiy got ku di mijara muzakereyan de, baweriya wî bi Putin tine û ji bo hevdîtin bibin, divê bi hevkarên Rojava re çareseriyekî hevpar hilberînin.

Zelenskiy got ku berê ji bo guhertina dîlan bi Rûsya re hevdîtin kirine lê Rûsya li ser soza xwe nesekiniye.

Zelenskiy ragihand ku di rêya telefonê de bi serokê DYA bi Trump re axifiye û ji bo karibe di her wextê de li Trump bigere, Trump jimara telefona xwe ya destî dayê. Zelenskiy weha dewam kir:

“Ji terefê Rûsya de tenê ez ê bi Putin re hevdîtin bikim. Paşî bi Putin re rûnêm û şer rawestînin. Ez di van şertan de dikarim hevdîtinê bikim û di ti şertekî dinê de, ez amade nînim ku hevdîtinê bikim.

Ji ber em li ser planê neaxifîne, em nikarin li Munihê peymanê girêdin û divê li ser mijarê bi Trump re xebatê bikin. Me bi DYA re li ser dewlemeniyên madenên Ûkraynayê hevdîtinan kir û armanca me parastina madenan ya ji Rûsya û hevkarên wê ne.”

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.