Zelenskiy: Wêraniya bajarên me, Hîrosîmayê tîne bîra me

Zelenskiy: Wêraniya bajarên me, Hîrosîmayê tîne bîra me

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ku serdana Hîroşîmayê kir, di vê serdanê de axivî û got ku bajarên wan ên wêrankirî, Hîroşîmayê tîne bîra wan.

Volodimir Zelenskiy yê li Japonyayê beşdarî Lûtkeya Rêberên G7ê bû, di serdana xwe ya li Bîrdariya Aştiyê ya li Hîroşîmayê de got, "Her çiqas dijmin çekên nukleerî bi kar neyne jî bajarên me yên ku ji ber bombe û topên Rusyayê hatine wêrankirin, wêneyên wêrankirî yên Hîroşîmayê tînin bîra me."

Zelenskiy îdiaya Rusyayê ya ku bajarê Bahmut bi dest xistiye red kir û destnîşan kir ku Hîroşîma ku hedefa bombeya atomê ye, bajarekî nûjen e ku îro zindî xuya dike û destnîşan kir ku dê di pêşerojê de bajarê Bahmut ji nû ve were avakirin. Zelenskiy diyar kir ku Moskowê tawanê şer kiriye û wiha got:

"Heger em ne ewqas wêrek bûna, qirkirina Rusyayê ya li dijî me dikaribû bi ser bikeve. Em xeyala serketinê dikin. Em piştî serkeftinê xeyala aştiyê dikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin