Bexda dixwaze ji ezmûna bajarên Kurdistanê sûdê bistîne

Bexda dixwaze ji ezmûna bajarên Kurdistanê sûdê bistîne

PeyamaKurd - Serokwerîzê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Hezîranê pêşwaziya Parêzgarê Bexdayê Atwan Atwanî û şanda ligel wî kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civînê ragihand, di hevdîtinê de tekezî li ser pêdivîya pêşxistina alîkarî û hevahengiya navbera Bexda û parêzgehên din ên Iraqê ligel Herêma Kurdistanê hat kirin, bi armanca ku asta xizmetkariyên giştî bo welatiyan bê baştirkirin.

Hate diyarkirin: "Parêzgarê Bexdayê pesnê avedanî û pêşketina giştî ya Herêma Kurdistanê da û daxwaza xwe bo wergirtina sûdeyê ji ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê nîşan da."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo her hevkariyeke pêdivî ligel Bexda û parêzgehên din ên Iraqê tekez kir.