PeyamaKurd-Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelensky ragihand ku ji destpêka şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê û bi vir ve; 350 hezar sivîl hatine veguhestin.
Vladimîr Zelensky, bi rêya peyama vîdeoyê, daneyên veguhestina sivîlan ragihandin. Zelensky da zanîn ku ji destpêka şer ve li ser lihevkirinên bi Rûsyayê re 350 hezar mirov ji bo cihên ewledar hatine veguhestin. Zelensky da zanîn ku ev pêvajoya veguhestinê gelek tevlihev û dijwar derbas bûye lê dîsa jî wan bi hewleke mezin jiyanên bi hezaran mirovan xilas kirine.
Serokê Dewleta Ukraynanyê Vladimîr Zelensky da zanîn ku ji bo veguhestina sivîlên Kargeha Azovstalê, wan bi aliyê Rûs re bi hefteyan hevdîtin kirine. Alîkara Serokwezîrê Ukraynayê Irina Vereşçuk jî da zanîn ku di Kargeha Azovstalê de ji bilî leşkeran, bi sedan sivîl jî hene û êdî xurekên wan ên jiyanî jî bi dawî bûne.
Hat ragihandin ku di nav 2 rojan de ji 100î zêdetir jin û zarok ji kargehê hatine derxistin û ji bo cihên bi ewle hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin