Zelensky: 600 milyar dolar wendahiya me ya aborî çêbû

Zelensky: 600 milyar dolar wendahiya me ya aborî çêbû

PeyamaKurd-Serokê Dewleta Ukraynayê, Vladimîr Zelensky ragihand ku ji ber şerê Rûsyayê, wendahiyên wan ên aboriyê gihîştiye 600 milyar dolaran. Zelensky got ku ji bo damezirandina Ukraynayeke aram a Ewropayê, pêdivî bi planeke lezgîn heye.

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelensky, di axaftina xwe ya banga neteweyî de ragihand ku wendahiyên wan ên aboriyê gelek zêde ne û ev ziyan gihîştiye 600 milyar dolaran. Zelensky bi berdewamî da zanîn ku ji 32 milyon metrekareyan zêdetir qadên jiyanê, ji 1500î zêdetir avahiyên perwerdehiyê û ji 350yî zêdetir avahiyên tenduristiyê hatine jinavbirin an jî hatine rûxandin. Zelensky di dewama agahiyên xwe de got ku bi sedan kargeh hatine jinavbirin, nêzîkî 2 hezar û 500 kîlometre rê û nêzîkî 300 pir hatine jinavbirin an jî hatine rûxandin.

Li gorî ragihandina Vladimîr Zelensky; 11, 5 milyon kes ji ji ber şerê Rûsyayê ji warên xwe bûne û ji %95ê van kesan dixwazin li warên xwe vegerin. Zelensky li ser vê babetê bang li welatên Ewropayê kir û got, ji bo ji nû ve damezirandina Ukraynaya aram a Ewropayê, hewcedarî bi planeke lezgîn heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin