PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy diyar kir, tevî pirsgirêkên enerjiyê yên li welêt ji ber êrîşên hêzên Rûsyayê ew ê têkoşîna serkeftinê bidomînin û da zanîn, divê ji her senaryoyê re amade bin.
Zelenskiy di peyama vîdyoyê ya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de bangî gel kir û pîrozbahî li her kesê ku 25ê Kanûnê li welatê wî û li seranserê cîhanê Noelê pîroz kir.
Zelenskiy bi bîr xist ku şerê Rûsya û Ûkraynayê dewam dike, Zelenskiy diyar kir, artêşa Rûsyayê di êrîşên xwe yên vê dawiyê yên li ser bajarê Xersonê de sivîl kirine hedef û gotina "Em ê her kujerê Rûsyayê bibînin" bi kar anî.
Zelenskiy bal kişand ser wê yekê ku tenê çend roj ji dawiya salê re mane û got, dibe ku hêzên Rûsî di vê pêvajoyê de dest bi êrişên nû bikin û ji welatiyan xwest ku li hember êrişên hewayî hişyar bin.
Zelenskiy eşkere kir, tevî qutkirina elektrîkê li seranserê Ukraynayê ji ber êrîşên Rûsyayê ew ê ji bo serketinê têkoşîna xwe bidomînin û got, "Lê divê em ji her senaryoyê re amade bin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin