PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Pûtîn got, werin em hemû pergalên parastina hewayî yên Ukraynayê li Kîevê li cihekî kom bikin. Em moşeka Oreşnîkê bavêjin wir û bandora wê biceribînin, wê balkêş be." Zelensky piştî van gotinan bersiveke tund da û got, "Mirov dimirin û ev vê balkêş dibîne. Ehmeq!"
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di civîna çapemeniyê ya salane ya ku bi kevneşopî her sal li dar dixe de daxuyaniyek da. Pûtîn di hevdîtina ku 4,5 saetan dewam kir de bersiva 76 pirsan da.
Piştî ku rojnamevanekî nûçeyên ku welatên rojavayî moşekên Orşenik ên Rûsyayê kêm nirxandibûn bi bîr xist, Pûtîn welatên rojava û Ukrayna dawetî duelloyê kir.
Pûtîn wiha got: "Oreşnik beriya her tiştî çekeke nû ye. Helbet di her sektorê de xebat li ser çeka berê tê kirin. Muhendîsên me helbet bi xebatên li ser çekên serdema Sovyetê li ser cureyên nû yên çekan xebitîn.
Bersiva Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ji Pûtîn re tund bû. Zelenski li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got, "Mirov dimirin û ew "balkêş" dibîne... Ehmeq!"
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin