PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi boneya vekişîna hêzên Hevpeymaniyê peyeke fermî belav kir û da xuyakirin ku 1ê Cotmeha 2026an destpêka serdemeke nû ye.
Zeydî di peyama xwe de destnîşan kir ku bi bidawîbûna erka Koalîsyona Navneteweyî re, serweriya tam û giştî ya Iraqê hatiye misogerkirin û spasiya gel û Merciyeta Olî kir.
Zeydî bal kişand ser mijara çekên li derveyî dewletê û got ku ew ê di çarçoveya planeke demkî de ku ji 30ê Hezîrana 2027an derbas nabe, çekên hemû komên çekdar ên ne Iraqî ji wan bistînin.
Serokwezîr her wiha da zanîn ku Iraq dê rê nede ku ax û asmanê wê ji bo gefxwarina li welatên cîran were bikaranîn, û ji bo parastina asmanî ew ê pergaleke nû bikirin.