PeyamaKurd - Serokwezîr û Serokê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Zeydî diyar kir ku li welat tu herêm radestî qaçaxçîtî û dizîna malê giştî nayê kirin û ragihand ku dadgeha Iraqê bi tevahî piştgiriyê dide komîteya lêpirsîna qaçaxçîtiya neftê ya li Curf el-Saharê.
Elî Zeydî di civîna li gel fermandarên leşkerî de hişyariyeke tund da kesên ku xwe ji çavdêriyê azad dibînin û got: "Kesên ku difikirin çavdêrek li ser wan nîne, dixwazin hesabên xwe ji nû ve binirxînin."
Serokwezîr piştî biryarên tund ên rojên borî ku tê de 9 berpirsên ewlehiyê û îdarî ji kar hatibûn dûrxistin, tekez kir ku hêzên ewlehiyê xwedî wê îradeyê ne ku li dijî qaçaxçîtiya neftê û rafineriyên neyasayî têbikoşin.