Zilamekî girîng yê ISIDê li Tirkiyê hat girtin

Zilamekî girîng yê ISIDê li Tirkiyê hat girtin

PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Bursayê li navçeya İnegölê kesekî bi navê Y.A.A ku di xizmeta xaza xwezayî de dixebitî hat girtin. Biryara girtina wî ji aliyê serdozgeriya bajêr ya Bursayê de hat dayîn û tîmên antî-terorê wî girtin. Navê wî yê nava İŞİDê Ebû Taqî El Şemi ye, ji xelkê sûriyê ye û 50 saliye.

Kesê navborî yek ji fermandarê der û dora El Meadîn û Ebû Kemal a Dêrezorê ye û di dîmenên vîdeoyan de, di dîmenên kesên ku bi demançê dihatin kuştin de hatiye xuyakirin.

Îfadeyên El Şemî li baregeha asayîşê tê sitendin û niha jî dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin