PeyamaKurd – Di encama erdheja bajarê Edeneyê ya îro li demjimêrên sibehê de, bi pileya 5,6 rûdabû de, xaniyek hilweşiya.
Hate ragihandin ku piştî erdheja îro 25ê Tîrmehê ya navçeya Kozan a Edeneyê derketiye holê ku xaniyek hilweşiyaye, 6 xaniyan û mizgeftekê xisar dîtiye û 11 axû jî herifîne.
Herwiha piştî erdhejê ji ber latên ji çiyayan ketibûn bo demekê rêya Kozan-Fekeyê jî hate girtin.
Hate zanîn ku piştî erdhejê kaniyên avê yên diçin hejmarek gundên navçeya Kozanê jî ziwana bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin