PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmetên Bexda û Hewlêrê li ser rêveberineke nû bo Şingalê li hev kirine.
Parêzgarê Nînowayê Necim Cibûrî di ragihandiye ku hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê rêkeftin kirine daku di demeke nêzîk de rêveberiyeke nû li Şingalê dest bi kar bike.
Herwiha îro 9ê Cotmehê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, bi serpireştiya wî îro şandeke Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê û ev serdan taybet e bo gotûbêjkirina hûrgiliyên rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê.
Hefteyek berê jî şandeke hikûmeta Iraqê li Hewlêrê bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê re civiyabû û herdu aliyan li ser asayîkirina rewşa Şingalê û avakirina rêveberiyeke nû li hev kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin