Pakistan: Dibe ku gera nû ya danûstandinan li nêzîk dest pê bike

Pakistan: Dibe ku gera nû ya danûstandinan li nêzîk dest pê bike

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Xewace Asif ragihand ku piştî binketina hevdîtinên dawî, hîna hêviya diyalogê heye û tê payîn ku gera nû ya muzakereyên di navbera DYA û Îranê de di demeke nêz de dest pê bike.

Asif kêfxweşiya xwe li ser pêşketinên heta niha nîşan da û destnîşan kir ku ji bo hevkariya di pêşerojê de perspektîfeke hêvîdar heye û diyar kir ku Pakistan wekî mazûvan amade ye ku ji bo her du aliyan zemîneke nû ya lihevkirinê ava bike.

Hêjayî gotinê ye, ev daxuyaniya Pakistanê piştî hevdîtinên 21 saetî yên li Îslamabadê hat ku tê de her du alî negihîştibûn tu encaman. Şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû, piştî agirbesteke du hefteyî ya di 8ê Nîsanê de, derbasî qonaxeke nû ya dîplomatîk bûye.