PeyamaKurd – Li Yemenê êrîşên Hûsiyan yên ser Erebistana Sa’ûdiyê dewam dikin lê ji ber peymana Mekkeyê ya di navbera Erebistan-Tirkiye-Pakistanê de dibêje; ji her sê dewletan êrîş here ser kîjan dewletî; wê her 2 dewletên din jî bikevin nav bergiriya dewleta ku êrîş çûye serê.
Pakistanê ji Îranê xwest ku bandora xwe ya li ser Hûsiyan bikarbîne da êrîşên ser Erebistanê rawestînin. Eger êrîşên Hûsiyan bi dawî nebin, Pakistan dikare ji bo parastina Erebistanê bikeve nava şer.
Rayedarekî Pakistanê ragihandiye ku peymanekî Pakistanê bi Erebistanê re heye ku parastina Erebistanê bikin, Pakistan naxwaze tevlî şer bibe lê ger şer bi wî awayî bimeşe, dibe ku Pakistan mecbûr bibe mudaxeleyê şer bike.
Kes bende nîne ku Pakistan raste rast bikeve nava şer lê dibe ku Pakistan hêza xwe ya bergiriya hewayî ji bo Erebistanê bikarbîne.