Amerîka: Em alîgirên nêzîkbûna herdu welatan in

Amerîka: Em alîgirên nêzîkbûna herdu welatan in

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ê bi serdaneke fermî ya 2 rojan çû Atînayê, diyar kir ku Amerîka alîgirê nêzîkbûna herdu welatên hevpeyman ên Tirkiye û Yunanîstanê ye.

Antony Blinken, di hevpeyvîna xwe ya li gel MEGA TV ya li Yunanîstanê de diyar kir ku piştî erdheja Mereşê leza Yunanîstanê ya ji bo piştgirîkirina Tirkiyeyê, dilên Tirkan xweş kir û got,

“Ez li wê derê bûm û bi gelek hevkarên Tirk re axivîm. Yekem tiştên ku wan got ev bû ku alîkariya welatiyên Yunanî hat. Ew çiqas watedar bû. Ez difikirim ku ew atmosferek xweş çêdike." 

Blinken diyar kir ku ew bi hêvî ye ku aramiya têkiliyên navbera Yunanîstan û Tirkiyeyê berdewam be û got, "Dibe ku di mehên pêş de derfetek ji bo xurtkirina dan û stendinê û çareserkirina pirsgirêkên demdirêj derkeve holê."

Wezîr Blinken diyar kir ku ev yek ji bo Amerîkayê girîng e û daxuyaniya xwe wiha berdewam kir:

"Ji ber ku Yunanîstan û Tirkiye jî hevpeyman in, şirîk û dostên me yên nêz in. Helbet em dixwazin nêzikî hev bibin. Heger vê yekê bikin dê derfetên herdu welatan jî pêbawer bin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin