PeyamaKurd – Erdhejek ku navenda wê herêma di navbera Mûsil û Hewlêrê de pêk hat.
Navenda Keşnasî û Pêşbîniya Erdhejê ya Herêma Kurdistanê ragihand, bi şev saet 02:25ê erdhejek bi pileya 4.3 li herêma navbera Hewlêr û Mûsilê rû daye.
Erdheja ku 5 kîlometre di bin erdê de pêk hat, li gelek bajarên Herêma Kurdistanê û hin herêmên Iraqê hat hîskirin.
Di hin vîdyoyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin de, tê dîtin ku di dema erdhejê de li navçeya Xebat a Hewlêrê, ji xelkê tê xwestin ku malên xwe biterikînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin