PeyamaKurd – Li welatê Tûnisê Sendîka Giştî ya Karkeran (TGİS) banga protestoya darayî kir û li ser bangê, li bajarên Bace, El- Kaf, Silyana, Kafsa, El-Mehdiyye bi hezaran kes civiyan û rewşa aborî û civakî protesto kirin. Di xwepêşandana Bace de, cîgirê sekreterê TGİS ê Sami et-Tahiri axaftinekî kir û got:
“Em ji bo dengê Tunisiyên ku belengazî û feqîriya di bin sîstema dewletê de dijîn, ji bo feqîrî, sefalet, yên di nav êşê de dijîn, ji bo dengê wan bidin bihîstin li vê derê ne. Divê me li hemberê otorîteryanîzmê bibin yek dil û têbikoşin. Ji bo azadî, şeref, dada civakî û ji bo îstîhdamê me şoreşê kir. Lê ji bilî rewşa civakî ya ku xerabû, me tiştekî din nedît.
Xelk ji her pêdiviyên biçûk bêpare. Sîstema tenduristiyê, perwerdê û gihandinê roxiyaye. Kîjan desthilata piştî şoreşê hat ser rêvebiriyê, biser neket û ji niha û pê de em ê dengê xwe bilind bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin