Blinken û Çavusoglu, çavdêriya herêmên erdhejê kir

Blinken û Çavusoglu, çavdêriya herêmên erdhejê kir

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên ku ji çapemeniya Tirkiyeyê hatin ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, derbasî herêmên erdhejê bûn û bi hev re çavdêriya qadên wêranbûyî kir.

Hat ragihandin ku di çarçoveya serdana fermî ya Antony Blinken a ji bo erdhejê ku navenda wê li Mereşê bû û bû sedema rûxandina 11 parêzgehên bakur û Tirkiyeyê her wiha li Rojava û Suriyeyê jî bû sedema wêraniyê, çavdêriya herêmên wêrankirî hat kirin.

Hat diyarkirin ku Mevlut Çavuşoglu pêşwaziya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken kir ku hat 10emîn Fermandariya Baregeha Tanker a Încîrlîkê ya Edeneyê.

Hat eşkerekirin ku Çavuşoglu û Blinken, piştre bi helîkoptera Fermandariya Hêzên Bejahî ber bi Hataya ku ji ber erdhejê wêran bû, bi rê ketin.

Her wiha hat ragihandin ku di şanda Amerîkî de Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Jeffry Flake jî cihê xwe girtiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin