PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Hekûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, 6 haletên nû yên pêketina vîrusa koronayê hatine tomarkirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin ku her 6 kes ji Hewlêrê ne ku temenê wan jî 63, 56, 32, 30 û 29 salî ne û jineke 34 salî jî di nav wan de heye ku hemû ji qezaya Soran in.
Hejmara tûşbûyan bi vî awayî gihîşt 387 kesan ku 330 kes heta niha baş bûne û 5 kesan jî can daye.
Daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê:
1- Kerentîn
Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (9681) kes in. Niha tenê (1307) kes li (33) cihan di kerentînê de mane, (370) kes li Hewlêrê, (174) kes li Silêmaniyê, (734) li Duhokê û (29) li Raperînê. Herwiha (8374) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (30) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.
2- Pişkinîn
Di 24 demjimêrên bûrî de (1082) pişknîn hatin kirin, (412) li Hewlêrê, (206) li Silêmaniyê, (300) li Duhokê, (149) li Soran. Derencam (6) tûşbûyên nû hatin tomarkirin.
Parêzgeha Hewlêrê (6) kes bûn: (5) peyayên (63, 56, 32, 30 û 29) salî û jineke (34) hatin destnîşankirin û hemû ji qezaya Soran in.
3- Amarên Giştî
Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (387) kes in, jê (5) haletên mirinê hene û (330) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşîyê li Wezareta Navxwe û tîmên pizîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike bi ti awayekê ji malên xwe dernekevin derve, pabendî rênimayên tenduristîyê bin, têkildarî kesên din nebin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ (122) re bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin