Îran li Hûzistanê jehrê dan keçikên xwendevan

Îran li Hûzistanê jehrê dan keçikên xwendevan

PeyamaKurd – Piştî kuştina keça Kurd Mahsa Jîna Emînî li Îranê xwepêşandanên bi navê ‘Jîna Emînî’ destpêkiribûn û niha Îran ji bo jinan bide rawestandin û nehêle çavên xwe vekin, her roj li ciyekî jehrê didin keçikan, bi taybetî keçên xwendevan yên di dibistanên ji kîsê dewletê de.

3 Mehe ku jehrdan dewam dike û niha li Îranê li eyaleta Hûzîstanê li bajarên Ahwaz û Abadanê jehrê dan keçikan. Ragihandin ji aliyê ajansa fermî ya Îranê IRNA de hat kirin. Rêvebirê zankoya Zanistên Tibî yê Abadanê Seyyid Muhammed Muhammedî ragihand ku li bajêr li dibistana keçan ya Mûîn, di keçikan de nîşanên jehrê hene. Muhammedî ragihand ku pisporên Navenda Lezgîn ya Tibê ya Abadanê çûne dibistanê û hinek ji xwendevanên keçik şandine nexweşxanên Ayetullah Talegani û Şehid Beheşti.

Muhammedi got ku piştî dermankirina 16 xwendevanan wan ji nexweşxanê derxistine û tedawiya hinekan dewam dike.

Cîgirê rektorê Zankoya Zanistên Tibî ya Ahwaz Cundişapurê Habîb Hayber jî bê ku jimarê bide got ku li Ahwazê li devera Baxmelekê, di lîsekî de xwendevan bi jehrê ketine û piştî tedawiyê ji nexweşxanê derxistine.

Li ser bûyera jehrê, cîgirê wezîrê Perwerdê Yunus Penahî di 26 ê sibatê de civîna çapemeniyê kiribû, gotibû jehrdan bizanîn hatiye kirin û weha dewam kiribû:

“Hat tesbîtkirin ku hinek kes naxwazin bi taybetî keçik û temamê xwendevanên din li Îranê bixwînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin