PeyamaKurd- Li gorî rapirsiyên Amerîkî, namzedên Komarî yên ji bo hilbijartinên serokatiyê yên sala 2024an; Joe Biden, li peyî Trump dimîne.
Di rapirsiya Dibistana Hiqûqê ya Marquette de di 8-18ê Gulanê de di nav 883 hilbijêrên qeydkirî de bi rengekî rasthatinî li ser asta neteweyî hatine hilbijartin.
Li gorî rapirsiyê, Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump li pêş, Parêzgarê Floridayê Ron DeSantis, li pişt Serokê Amerîkayê Joe Biden in.
Di rapirsiyê de hat eşkerekirin ku ji % 52yê beşdaran diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin namzedê Komarî Trump û ji % 47an jî Biden tercîh kirine.
Her wiha hat destnîşankirin ku heger Parêzgarê Floridayê DeSantis bikeve pêşbirka serokatiyê ku li hember Biden ji partiya Komarparêz e; bi rêjeya ji % 48an li pişt Biden e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin