WP: Bo rê li bergirtina serxwebûnê Berhem Salih bijartin

WP: Bo rê li bergirtina serxwebûnê Berhem Salih bijartin

PeyamaKurd - Rojnameyeka Amerîkî ragihand, ku Berhem Salih ji ber wê bûye serokomarê Iraqê da ku pêşiyê li parçebûna Iraqê bigre!

Rojnameya Washington Post ya Amerîkî li ser serokomariya Berhem Salih nivîsek belav kir û ragihand, ku Berhem Salih di referandûma serxwebûna Kurdistanê de aktîf nebû û xwe jê dûr dixist.

Di nivîsê de amaje bi kandîdê PDKê Fuad Husên jî hatiye kirin û tê gotin, helbet ji bo Iraqiyan ya baş ew e ku kesek bibe serokkomar ku pêşiyê li parçebûna Iraqê bigire ne kesê ku di referandûmê de xwedan rolek aktîf bû.

Wê rojnameya Amerîkî îfade kir ku Berhem Salih piştî referandûmê gotiye, lidarxistina referandûmê xelet bû. JI ber wê jî Iraqiyan ew kirin serokkomar.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin