Dadgeha Tirk ceza da kesûkarên qurbaniyên Roboskiyê

Dadgeha Tirk ceza da kesûkarên qurbaniyên Roboskiyê

PeyamaKurd Dadgeha Tirk ya li Diyarbekirê, do civîneke din a derbarê dosyeya qaymaqamê Qilebanê de li dar xist û ceza da kesûkarên qurbaniyên Roboskiyê .

Dadwer di civînê de ji ber ku kesûkarên qurbaniyan li qaymaqamê Qileban ê dema komkujiya Roboskiyê de dane, biryara cezakirinê da wan.

Dadgeh di çarçoveya vê biryarê de, hejmarek ji kesûkarên qurbaniyan bi cezayên pere û hejmarek din jî bi cezayê girtîgehê ceza kiriye.

Ceza di navbera 170 hezar lire û 30 sal girtîgehê de ye.

Weke tê zanîn, di sala 2011an de balafirên Tirkiyê, li Qilebanê êrîşek pêk anîbûn û di encamê de 34 ciwanên Kurd can dabûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin