Wê rêveberiya Biden girtîgeha Guantanamoyê bigire

Wê rêveberiya Biden girtîgeha Guantanamoyê bigire

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Tony Blinken di hevpeyvîneke li gel kanala CBS de got ku, wê rêveberiya Amerîkayê di çend mehên bê de girtina girtîgeha navdar a tundrewan ku li Guantanamo ya Kubayê ye bixe rojevê.

Girtîgeha Guantanamoyê sala 2002an li Kubayê ji aliyê Amerîkayê ve hatiye vekirin û destpêkê 20 girtiyên Afganî bi tawana hevkariya bi Talîbanê re tê de hatibûn bicihkirin.

Girtîgeha Guantanamoyê bi dîmenên sala 2009an ên îşkenceyê navê wê belav bûye ku Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama jî biryara girtina girtîgeha Guantanamo dabû, lê Kongreya Amerîkî wê demê biryara Obama red kiribû.

Niha jî rêveberiya nû ya Amerîkayê ya Partiya Demokratan a bi seroktiya Joe Biden car din hewil dide girtîgeha Guantanamoyê bigire.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin