Mehmud Mihemed: Em gesbînîn ku wê PDK encameke bas di hilbijartinên Iraqê de bidest bixe

Mehmud Mihemed: Em gesbînîn ku wê PDK encameke bas di hilbijartinên Iraqê de bidest bixe

PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmud Mihemed got, PDK li ser erkdarkirina Serok Mesûd Barzanî bi şêweyekî aram bangeşeya hilbijartina pêşwext a Iraqê dike û destnîşan kir, em geşbînîn ku wê PDK encameke baş di hilbijartinên Iraqê de bidest bixe.

Berdevkê PDK Mihemed di hevpeyvînekê de ligel Kurdistan Tv  derbarê plan û stratejiya PDKê di hilbijartina pêşwext a Iraqê de axivî û got: ‘’PDKê li ser erkdarkirina Serok Mesûd Barzanî bi şêweyekî hêminane dest bi bangeşeya hilbijartina pêşwext a Iraqê kiriye û bangeşe di asta dîrokî ne. ‘’

Herwiha  Mehmud Mihemed dibêje kandîdên PDKê di bangeşeya hilbijartinê de sozên xeyalî nadin û sozên wan wê ti şiyana cibicîkirinê ya PDKê de bin.

Di berdewamiyê jî de Mehmud Mihemed got: "PDKê pişta xwe bi baweriya xelkê girêdaye, çunke xelk dizane PDK hewla bidestxistina mafên hemwelatiyan dide û rê digire li binpêkirinên mafê mirovan û em geşbînîn PDK wê encameke baş bidest bixe di hilbijartinên Iraqê de."

Li ser bangeşeya li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî Mehmûd Mihemed tekez kir, divê ne tenê kandîdên PDKê, hemû kandîdên hizban û kandîdên serbixwe jî bi asalî bangeşeya xwe ya hilbijartinê bikin.

Mehmud Mihemed da xuyakirin, rêkeftina Şingalê ji bo aramî û asayîkirina Şingalê rêkeftineke baş bû lêbelê rêgirî û astengî li ber cîbicîkirina wê hatine duristkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin